Jinan ji Amedê bang kirin: Em bang li her kesê dikin ku li dijî şer derkevin 2019-10-11 13:40:25 AMED - Komeleyên jinan ên bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, bang li her kesê kirin ku li dijî şer derkevin.  Jin, bi pêşengtiya Komeleya Jinan a Rosa li dijî operasyona leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan û gotin, jin şer naxwazin. Civîna çapemeniyê li Komeleya Jinan a Rosa hat lidarxistin. Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), Tora Têkoşîna bi Tundiyê re, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo AzadiyÊ (OHD), parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Dersim Dag, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyên Amedê û gelek jin beşdarî civînê bûn. Jinan di civînê de dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî”, “Biji Berxwedana Rojava” û “Jin Şer Naxazin” berz kirin.    ‘ŞER BANDORÊ LI JIN Û ZAROKAN DIKE’   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, daxuyanî da û wiha axivî: “Di hemû şeran de her tim jin û zarok mexdûr dibin. Herî zêde jin û zarok ji şer bandor dibin. Bi şerê di 15’ê Adara 2011’an ê li Sûriyeyê dest pê kir re, mirovan welatên xwe terk kirin û piraniya van mirovan jî jin û zarok bûn. Di demê şer de jin rastî zext, zilm, tundiya zayendî û îstîsmara zayendî tên. Jin ji ber vê neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin.”   ‘AQÛBETA 3 HEZAR Û 500 JIN Û ZAROKAN HÎNA JÎ NAYÊ ZANÎN’   Kaya, bal kişand ser komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî Şengelê jî û wiha  got: “DAIŞ’ê bi hezaran mirov qetilkirin. Bi hezaran jin revandin û di bazarên koleyan de firotin. Bû sedema koçberiya bi sed hezaran mirov. Bi ser vê komkujiya Êzidiyan re 5 sal derbas bûn. Lê ligel vê yekê jî, travmaya li ser jin û zarokan hîna bi dawî nebûye û aqûbeta 3 hezar û 500 jin û zarokan nayê zanîn.”   Kaya, da zanîn ku jin di hemû şert û mercan de daxwaza aştiyê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku şer tacîz û tecawîzên li dijî jinan zêde û meşrû dike. Ji ber vê yekê em çarek din dibêjin em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Di vê çarçoveyê de em bang li rêxistinên civaka sivîl û jinan dikin ku li dijî şer derkevin.”