10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Serêkaniyê 2019-10-11 13:33:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Trump sînorê Girê Spî û Serêkaniyê nîşan dabû de, hêjmara cenazeyên eskeran zêde dibin. Şevê din 10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hat diyar kirin ku şevê din 100 endamên OSO hatin kuştin û xwe paşve kişandin.    Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) bi fermana Serokomar Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîş û operasyonê kir. TSK hem ji hewayî û hem jî ji beşayî ve êrîşan dike. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Komên selefî û radîkal ên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) duh li nava bajar tûr dan xwe û hewl dan derbasî Serêkaniya binxetê bibin. Şevê din şerekî dijwar derket. Hat zanin ku di şer de 100 endamên OSO hatin kuştin. Dîsa şevê din 10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Beriya ku operasyon û êrîşên OSO û TSK'ê dest pê bike Trump destûr dabû ku tenê derbasî Girê Spî û Serêkaniyê bibin.    Hat diyar kirin ku niha li Gundê Yabsê yê navçeya Girê Spî şer giran bûye. Dixwazin Gundê Yabsê yê rêya diçe Kobanê qut bikin. TSK û OSO bi topan û balafiran li gundê dora Eyn Îsa dixin û dixwazin têkiliya herêmê û Kobanê ji hev qut bikin. Dîsa dixwazin rêya navbera Eyn Îsa, Tabqa û Raqqa ji hev qut bikin. Rêya diçe Helebê jî di gundê Yabsê re derbas dibe. Dîsa ji bo têkiliya Serêkaniyê û derve qut bike êrîşî Gundê Til Xelefê dikin. TSK û OSO êrîşî rojavayê Gundê  Til Xelef dike û dixwaze rêya di navbera Girê Spî û Serêkaniyê wan qut bike. Komên girêdayî TSK'ê Gundê Elok yê girêdayî Serêkaniyê ji dikin hedef. TSK bi êrîşa li dijî Gundê  Elok dixwazin têkiliya navbera Serêkaniyê û Qamişlo ji hev qut bikin.    Serokê DYA Donald Trump dema destûr dabû xwestibû dernekevin sînorê Girê Spî û Serêkaniyê. Lê di êrîşan de tê dîtin ku gund û wargehên li dervê sînorê ku Trump nişan dabû jî tê bombekirin.    Şevê din 5 û serê sibê 5 cenazeyên eskeran anîn nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Dîsa şevê din 70 endamên “OSO” yên birîndar anîn nexweşxaneya Serêkaniyê. Gelê Serêkaniyê diyar kirin ku şevê din nêzî 100 endamên OSO di şer de hatin kuştin.