Endamên DAIŞ’ê ji bo ku birevin ketin nava tevgerê 2019-10-11 12:24:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên DAIŞ’î yên li Kampa Holê dimînin, êrîşên Tirkiyeyê ji bo xwe weke firsend dîtin û xwestin birevin.  Jinên DAIŞ’î yên li Kampa Holê dimînin, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê SûriyeyÊ ji bo xwe weke firsend dîtin û xwestin ji kampê birevin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê, jinên DAIŞ`î hewl didin tevliheviyê di kampê de derbixin da ku ji xwe re derfet bibînin û ji kampê birevin.