Şaredariya Nisêbîne hemû şahiyên çandî betal kirin 2019-10-11 12:13:51 MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbînê, diyar kir ku wan hemû şahiyên çandî yên li bajêr betal kirine.    Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdinê ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber operasyona Tirkiyeyê hemû konser û şahiyên çandî betal kirin. Di hişyariya ji aliyê şaredariyê hat dayîn de, wiha hat gotin: “Şaredariya me di çarçoveyê rojên çand û hunerê de bernameya konser û şahiyên çandê diyar kiribû. Şaredariya me ev bernameya xwe betal kir. Di heman demê wê dinava heftiyê de maça Spor û Yekitiya Ciwana a Şaredariya Nisêbînê bihat lidarxistin. Em vê maç jî, taloqî dîrokek pêşdetir kir.”