Ayşe Efendî: Em li Kobanê bi ser ketin emê dîsa bi ser bikevin 2019-10-11 11:41:38 GÎRÊ SPÎ – Yek ji sembola Kobanê Ayşe Efendî, li dijî êrîşên TSK'ê yên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Em çawa li Kobanê bi ser ketin emê dîsa bi ser bikevin. Xwîna gelê Kurd ne erzan e. Tenê wateyek wê heye, ew jî azadî ye. Em ê vê yekê dîsa nîşanî her kesî bidin."    Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) bi fermana Serokomar Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîş û operasyonê kir. Niha şer li herêma Girê Spî û Serêkanîyê zede bûye. TSK hem ji hewayî û hem jî ji beşayî ve êrîşan dike. Komên selefî û radîkal ên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) li hev kom bûne, hewl didin derbasî gundên binxetê yên Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Li dijî êrîş û hewldanên TSK û OSO yên dixwazin sînor derbas bikin, QSD bi hemû hêza xwe bersîv dide. Li gorî agahiyan heta niha li ser sînor gelek eskerên TSK'ê û OSO hatin kuştin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd, Ereb, Turkmen, Suryani, Ermenî bi kal, pîr, ciwan û jinan li hev kom dibin û piştgiriyê didin QSD'ê. Yek ji cihê rastî êrîşa TSK'ê hat jî bajarê Kobanê ku li dijî DAİŞ’ê berxwedanek mezin da ye. Gelê Kobanê jî wekî gelên din li dijî êrîşan daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Têkildarî operasyonên li dijî Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Efendî ku li Kobanê bi "Dayika Kobanê" tê nasin sekna gelê Kurd anî ziman.    DIVÊ CÎHAN RABE SER PIYAN   Ayşe Efendî, 4 sal berê dema DAIŞ û kesên piştgiriyê didan DAIŞ'ê li dijî Kobanê şer dikir, di nava gel de bû. Niha jî ji Kobanê heta Girê Spî li seranserî xeta sînor di nava gel de cih digirin. Efendî, anî ziman ku wê demê wan cîhan ji terora DAIŞ'ê rizgar kir û wiha got: "Me wê demê bi hezaran keç û xortên xwe kirin qurbana DAIŞ'ê û cîhan ji belaya DAIŞ'ê rizgar kir. Hemû kesên xwedî sinc û wîcdan divê îro dengê xwe bilind bikin. Divê hemû kesên li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan û nerazîbûnên xwe bînin ziman."   Efendî bang li her kesî kir ku li Gel û axa Rojava xwedî derkevin û wiha got: "Gelê me 12 hezar şehîd dane. Em gelê li vir îro dîsa li ser piyan in. Divê tu kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne. Ger ku hûn bi tang û topên giran êrîşî me bikin, emê jî li dijî vê yekê têbikoşin. Em li Kobanê bi ser ketin, emê dîsa bi ser bikevin. DYA ji bo berjewendiyên xwe ket nava tevgerê. Me pişta xwe nedaye tu kesan û em dîsa pişta xwe nadin tu kesan. Divê em Kurd hev tenê nehêlin. Me her dem li pişt zarokên xwe yên azadiya axê diparêzin cih girt. Xwîna gelê Kurd ne erzan e. Ev xwîn bi pere û çekan nayê firotin. Tenê wateyek wê heye ew jî azadî ye.    MA / Nazım Daştan