Şerê li ser sînorê Serêkaniyê dijwar bû, tevgera ambûlansan heye 2019-10-11 10:32:37 RIHA - Di saetên serê sibê de şerê li navçeya Serêkaniyê ya Bakurê Sûriyeyê dijwar bû û komên OSO yên nû sewqî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kirin. Gelek ambûlans ji navçeyê derketin.  Piştî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji kozikên qereqolên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê heya derengiya şevê avêtina topan dewam kir. Li aliyê rojhilatê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyeyê di saetên serê sibê de şerek dijwar rû da û balafirên TSK’ê herêm bombebaran kirin.    'SEWQIYAT DEWAM DIKE’   Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ligel pevçûnên zêde, sewqiyeta leşkerî jî dewam dike. Di saetên serê sibê de, bi wesayîtên zirxî yên TSK’ê re, komên nû yên “Artêşa Sûriya Azad” (OSO) sewqî navenda bajêr hatin kirin. Di heman demê de dengê ambûlansan bê navber ji bajêr bilind dibin û gelek ambûlans ji navenda bajêr derketin.