Mele Hecî Kadah: Nedayîna cenazeyan di ola îslamê de nayê qebûlkirin 2019-10-11 09:57:08 AMED - Mele Hacî Kadah derbarê nedayîna cenazeyên HPG’iyan de destnîşan kir ku astengkirina şînan di ola îslamê de nîne û wiha got: “Ev tişt hovîtiye û derveyî mirovahiyê ye."   HPG’iyên ku di operasyonên eskerî yên li herêmê tên kirin de jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên wan piştî 3-4 mehan radestî malbatên wan tên kirin û destur nayê dayîn ku malbat şîna xwe bikin. Mele Hacî Kadah têkildarî van astengiyên dewletê axivî û diyar kir ku li gorî ola îslamê nedayîna cenazeyan nayê qebûl kirin û wiha got: “Ev tişt hovîtî ye û derveyî mirovahiyê ye. Hiqûqa dewletên ne misilman,  bi sed qatî ji yên dewletên misilman pêşdetir e.”    ‘NEDAYÎNA CENAZEYAN NE KARÊ MISILMANAN E’   Mele Kadah da zanîn ku ji bo temamê mirovan hiqûqek hatiye diyarkirin û wiha axivî: “Nedayîna ceanzeyan a çend mehan ne karê misilmanan e. Nahêlin ku mirov biçin ser goristanê û şîna xwe bikin. Neyartiyeke wisa li vî miletî tê kirin ku ev di ehlaqê îslamiyetê de tuneye. Xwedayê alemê di sureya Maîde ayeta duduyan û heştan de dibêje ku 'neyartî, kîn û heseda we, nefreta we, bila we ji edaletê neke. Bila we ber bi xweşî û başiyê ve bibe.”   TENÊ BI GOTINAN MISILMAN IN   Di berdewamê de Kadah bal kişand ser îşkenceya ku li cenazeyan tê kirinû têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Serê cenazeyan jêdikin, dişewitîn û bi mehan nadin malbatan û bi vê yekê îşkenceyê yên li  sax dikin. Ev ne li gorî ehlaqê îslamê ne jî yê mirovahiyê ye. Mixabin bi devkî dibêjin em misilman in lê di jiyanê de ne wisane û hiqûqa îslamê bi cih naynin. Kesên ku van kirinan dikin cihê wan di îslamiyetê de tuneye.”