Seranserî şevê li ser sînorê Nisêbîn û Qoserê şer hebû 2019-10-11 09:56:36 MÊRDÎN – Ji duh êvarê heta serê sibê li ser xeta sînorê Nisêbîn û Qoserê bi dijwarî guleyên top û hawanan hatin avêtin. Gula hawanê li gundek navçeya Artûklûyê ket û ji ber vê yekê şêniyên gund heta sibehê li derve man.    Piştî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên Tirkiyê hatin destpêkirin, duh bi şev heta serê sibehê li ser xeta sînorê navçeya Nisêbîn û Qoserê ya Mêrdînê dengê pevçûn û bombebaranê bilind bû. Ji qereqolên ser sînorê Nisêbîn û Qoserê guleyên hawan û topan avêtin aliyên din ê sînor.    Duh bi şev guleyek hawanê li gundê Qesra Ehmedê Xêro yê girêdayî navçeya Artûklûya Mêrdînê ku li ber sînor e ket. Şêniyên gund ji ber rewşê heta serê sibehê li derve rawestiyan û derbasî malên xwe nebûn.