Kanala Falkon Family rêzefîlmên tirk rawestand 2019-10-11 09:56:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya qenala Falkon Family diyar kir ku wan ji bo dilsoziya bi Rojavayê Kurdistanê re weşandina hemû rêzefilmên Tirkî rawestandine. Duh qenala televziyona navxweyî Falkon Family bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir wan ji bo dilsoziya xwe ya bi Rojavayê Kurdistanê re weşandina hemû rêzefilmên Tirkiyeyê dane rawestandin. Rêveberiya televziyonê li ser neweşandina rêzefilmên Tirkî got; “Wek dilsoziya bi bira û xwişkên me yên li Rojavayê Kurdistanê re, me biryara rawestandina hemû rêzefilmên Tirkî da.”