Êrîşên li ser axa Rojava bi giranî didomin 2019-10-11 09:55:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 3'emîn de bi êrîşên tang û topan didome.    Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan piştî di 9'ê Cotmehê de biryara operasyona li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê îlan kir, TSK'ê dest bi operasyonê kir û operasyon di roja 3'emîn de berdewam dikin. Di roja 3'yemîn a operasyonê de êrîşên TSK'ê yên bi tang, top û bombebaranê didome. TSK'ê gundê Boxazê yê Minbiçê bi topan bombebaran kir. Meclisa Eskerî ya Babê jî bi çekên giran bersîv da.    100 ENDAMÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN   Li taxa Qidûrbek a Qamişlo jî welatî di êrîşên TSK'ê Kanîwar Beşîr Elî û Delîl Ebdulmecîd Elî birîndar bûn. 2 welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Selamayê. Eskerên girêdayî TSK'ê xwestin bi dizî têkevin Gundê Tıl Xelef a Serêkaniyê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin ditin û li dijî wan şer kirin. Di şer de herî kêm zêdeyî 100 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. 9 ji wan birindar bûn.    Li Gundên Sorsorik û Bîr Kenîs ê li ser rêya Dirêbsiyê-Hesekê û li gundê Eyn Dîwar  ê Dêrikê jî ji aliyê TSK'ê ve bi topan hatin bombekirin. Balafirên şer ên TSK'ê gundên dora Serêkaniyê bombe kirin. Hat diyar kirin ku QSD bersîv dide êrîşên TSK'ê. Li gelek bajarên rojava gel li gund û bajaran derketiye kolanan. Bi sedan welatiyên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê operasyonên Tirkiyeyê şermezar kirin û meşiyan.