Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sîvîlan vebû 2019-10-11 09:55:23   MÊRDÎN - Nexweşxaneya Dawletê ya Nisêbînê ku duh ji ber operasyona li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê li sîvîlan hatibû girtin, ji nû de li sîvîlan hat vekirin.     Piştî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh li navçeya Nêsibên a Mêrdînê pevçûnên mezin rû dan. Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê bi hinceta “wê êrîş pêk bên” duh êvarî li sivîlan hatibû girtin.    Ji ber vê biryarê, nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatibûn kirin. Hat diyar kirin ku piştî çend saet şûnde, nexweşxane dîsa hat vekirin.