Polîsan bi ser mala Rojnameger Bêrîtan Canozer de girtin 2019-10-11 09:16:25 AMED - Polîsan şevê din, bi hinceta 'Parvekirinên li ser medyaya civakî" bi ser mala nûçegîhana JINNWES'ê Bêrîtan Canozer de girtin.  Polîsan şevê din saet di 21.30'an de bi hinceta 'Parvekirinên li ser medyaya civakî" bi ser mala nûçegîhana Ajansa Jin (JINNEWS) Bêrîtan Canozer de girtin. Komek polîs bi ser mala Bêrîtan Canozer de girtine û li malê lêgerîn kirin. Lê ji ber Bêrîtan ne li mal bû û tenê xwişka wê li mal bû hinek koma polîs ji malê lêgerîn kirin û veqetiyane. Polîsan xwişka Bêrîtanê li erdê dirêj kirin û lêgerîn kirine û dest danin ser hinek wêne, rojname û kovarên li malê. Polîsan diyar kirine ku ji bo Bêrîtanê îfade bide divê biçe Şaxa TEM'a Amedê.