Dozger pêwistî bi lêpirsîna îşkenceyê nedît 2019-10-11 09:16:10 AMED – Serdozgerê Komarê yê Bîsmilê bi sedema eskeran bi rêk û pêk îşkence li 3 welatiyan nekiriye, pêwistî bi lêpirsînê nedît.  Di sala 2016'an de eskeran li Navçeya Bismilê ya Amedê li ser îxbara 'bombeyê' maşîneyek rawestand û li welatî Omer Şîmyek û 2 hevalên wî yên di maşîneyê de îşkence kirin. Piştî 3 welatî rastî îşkenceyê hatin hatin girtin û salekê girtî man. 3 welatiyên serbest hatin berdan, parêzerê wan Abdullah Zeytun, bi sedema ku muwekilê wan di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine serlêdana sûc kir û xwest doz bê vekirin. Lê serdozgeriya Komarê ya Bismilê bi hinceta 3 kesên di maşîneyê de bi rêk û pêk rastî îşkenceyê nehatine pêwistî bi lêpirsînê nedît. Dozger diyar kir ku Şimşek û 2 hevalên wî tenê di bin çavan de mane û pewistî bi lêpirsînê û vekirina dozê nedît.