Hunermend: Ev êrîş talankirina mirovahiyê ye 2019-10-11 09:15:37 ÊLIH - Hunermendan ji bo êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin "talankirina mirovahiyê ye" û xwestin şer raweste.  Li Êlihê, hunermendan êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û gotin, ev êrîş "talankirina mirovahiyê" ye.    Muzîkjen Şerzat Arslan ku di bin banê Navenda Çandê ya Biharê de dixebite, diyar kir ku êrîşa tê kirin talankirina xweza û mirovahiyê ye û got: "Eger em naxwazin mirov bimirin, şer çê nebe û xweza neyê talankirin pêşî divê em nerazîbûna xwe ya li hemberî vî şerî nîşan bidin û paşê ji bo rawestandina vî şerî tev bigerin. Ez jî vî şerî şermezar dikim û dixwazim raweste."    'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'    Şanoger Abdûllah Tarhan jî destnîşan kir ku divê hunermend ji bo rawestandina şer bitêkoşin. Tarhan, got: "Kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, xweyî wijdan in divê li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin. Divê li dijî vê talan û barbartiyê dengê xwe li dengên heyî zêde bikin. Barê mezin dikeve ser milê hunermend û rewşenbîran. Divê vê yekê bi awayekî rast bilêv bikin."    Wênesaz Ramazan Îlten jî got: "Navê aştiyê li vê operasyonê kirin. Tiştekî ku mirin tê de be çawa dibe aştî?" Îlten, destnîşan kir ku rojavayî li ser axa xwe warê xwe çê kirine û got: "Gel, dixwazin li warê xwe bi awayekî azad û aram bijîn. Lê hin kes jî radibin dixwazin bi şer warê wan birûxînin. Ma dibe ku mirov li ser warê hin kesan warekî din çê bike?"