Şêniyên gundên li sînor: Bila êrîşên li ser Sûriyeyê bi dawî bibin 2019-10-11 09:13:16 HATAY - Şêniyên gundên kurdan ên li Kirikhan a Hatayê, bal kişandin ser şer û xwestin rojek berî rojekê êrîşên li ser Sûriyeyê bi dawî bibin.  Şêniyên gundên kurdan ên li sînorê Hatayê, bal kişandin ser operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gundiyan, îşaret bi rîska berbelavbûna şer kirin û xwestin êrîşên li ser Sûriyeyê rojek berî rojekê bi dawî bibin.    'SEWQIYATA LEŞKERÎ DIDOME'    Sewqiyata leşkerî ya ber bi navçeya Kirikhan, Reyhanli, Hassa û Kûmlû yên Hatayê ve zêde bû. Tê diyarkirin ku wê ji hatay û Kilîsê leşker, muhîmatên leşkerî û wesayîtên zirxî ber bi El Bab, Ezaz û Rihayê ve bên şandin. Ligel vê tevdîrên li qereqolên li ser sînor jî zêde bûne. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku TSK'ê piraniya hêza xwe ya li sînorê Hatayê ber bi Rihayê ve şandye û ji vira jî leşker ber bi herêma şer ve tên şandin.    Welatiyên li gundên sînor ên Kirikhan û Reyhanliyê dijîn, ji ber vê operasyonê ve diqirqilin. Şêniyên gundê Demîrkonak, Camizkişlasi, Încîrlî û Yalangozê yên Kirikhanê, bilêv kirin ku herî zêde şer tesîrê li wan dike û xwestin rojek berî rojekê ev şer raweste.    Gundî, ragihandin ku bêyî destûr nikarin biçin nav erdên xwe yên nêzî sînor û gava diçin jî di bin çavdêriya leşkeran de dixebitin.    'EM ŞER NAXWAZIN'    Gundiyekî, got: "Li qadê hin muhîmatên neteqandî hene. Agahiyên nasnameyên me hemûyan li qereqolê ne. Ji xeynî me nahêlin tu kes biçin ber sînor. Mirov, ji ber wê tiştek bê serê xizmên wan ên li wî aliyê sînor newêrin xeber bidin. Me êrîşên li ser Efrînê jî dîtin. Heywanên me bi xwe jî tesîr ji wî şerî girtin. Em şer naxwazin."    Hevseroka HDP'a Kirikhanê Şefîka Dolaşkan jî, anî ziman ku gundên li sînor gundên kurda ne û di dema operasyona li hemberî Efrînê de tesîreke mezin girtibûn û got: "Di operayona par de liv û tevgereke zêde hebû. Mirov ditirsiyan. Gelek heywan telef bûn. Baxçe tarûmar bûn. Niha ditirsin heman tişt dîsa biqewimin."    Dolaşkan, anî ziman ku nexasim jî gundê Demîrkonak, Camizkişlasi, Încîrlî û Yalangozê tesîr ji vê pêvajoyê girtine û got: "Dengê bombeyan pir xweş tê. Fuze li nav gundan dikevin. Em naxwazin heman tişt dîsa biqewime. Her wiha wê bi vî şerî koçberiyeke din jî çê bibe. Par ji be rşer heywanên me nexweş ketin. Erdên me bêber man. Gelek cotkar ji mecbûrî erdên xwe û heywanên xwe firotin. Ji ber li van gundan kurd hene alîkarî nayê kirin. Zarokên me ji ber liv û tevgera li ser sînor ditrisin. Zarokên me dibêjin 'dayê, qey wî dîsa şer çê bie?' Em dixwazin Tirkiye dev ji vê polîtîkaya şerî berde. Çûyîna Tirkiyeyê ya Sûriyeyê nerast e."