Li Qamişlo 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2019-10-10 19:34:49 NAVENDA NUÇEYAN – Topbarana TSK’ê ya li dijî Bajarê Qamişlo didome. Di topbarana li dijî Qamişlo de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Êrîş û operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li seranserî sînor belav bûye 2 rojin didome. Di topbarana TSK'ê de welatiyên sivîl dibin hedef. Yek ji bajarên ku dibe hedefa topbarana TSK'ê de Qamişlo ye. Li Qamişloyê di encama topbaranê de 2  zarokan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyan der barê zarokên ku li Qamişlo jiyana xwe ji dest dan li ser medya civaki parve kirin. Di wêde û dîmenên ku li nexweşxwaneyê hatine kişandin, malbatan xwe avêtine ser cenazeyên zarokên xwe û digirîn.    Serokê Rêveeriya UNICEF'ê Henrietta Fore, diyar kiribû ku di operasyonên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber çekên bi agir zêde li dijî wargehan tên teqandin, herî zêde zarok zerar dibînin.