Komîsyona Lêpîrsînê ya Sûriyeyê ya NY: Operasyon wê dîsa DAIŞ'ê zindî bike 2019-10-10 17:23:32 CENEVRE - Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Erep a Sûriyeyê, diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê ew dinava fikaran dene û hişyariya wê operasyon DAIŞ'ê dîsa zindî bike kir.     Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Erep a Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîsyonê xwest ku her du alî jî, xwe ji pevçûn û neyartiyê dûr bixin û diyar kir ku rewşa bê jiyîn wê bandorekê giran li ser mirov û mafê mirovan bike.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Ev şer dikare bandora li bi sed hezaran sivîlan bike û bibe asteng ku alîkariyên mirovî negihêjin sivîlan. Di heman demê de li van qadan 100 hezar kes hene yên ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re çêbûne. Ev kes li kampên wekî El Hol, Roj û Eyn Îsayê ne. Ev mirov dibe ku radîkaltir bibin.Vê operasyona leşkerî ya li ser herêmê dibe ku bibe sedem DAÎŞ ji nû ve zindî bibe.   Komîsyona me diyar dike ku li Sûriyeyê bi metodên leşkerî çareserî pêk nayê. Em bang li hemû aliyan dikin ku bila şîddetê bidin sekinandin, sivîlan û hiqûa mirovayetiyê biparêzin.”