Trûmp ji bo Tirkiyeyê: Heke li gorî lîstîkê tevnegerin dê bersiva xwe bigirin 2019-10-10 17:18:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Trûmp têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek nû da û diyar kir ku heke li gorî lîstikê tevnegere dê bi danekirinan bi awayekî tund bersiv bide Tirkiyeyê.   Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi destûrdayîna wî dest pê kir, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek nû da.    Daxuyaniya Trump wiha ye: "Tirkiye ev demek dirêje e dixwest êrîşê Kurdan bike. Şerê wan şerê bêdawî ye. Li nêzîkî cihê êrîşê ti leşkerên me nînin. Hewil didim ku şerên bêdawî bidawî bikim. Bi her du aliyan re dipeyivim. Ji her du aliyan re dibêjim. Hinek jî dixwazim em bi deh hezaran leşkeran bişînin û şerekî nû bidine destpêkirin. Tirkiye endamekî NATO'yê ye. Hinek jî dibêjin qaşî wan nebe bila kurd şerê xwe bikin. Heke Tirkiye li gorî lîstikê tevnegere, wan bi danekirina perîşan bikin. Ez ji nêzîk ve dişopînim.”