Li Şirnexê destûrên personelên leşkerî rabûn 2019-10-10 16:29:49   ŞIRNEX - Leşkeran rêyên ku diçin Çiyayê Cûdî girtin û destûr nedan ku karkerên kana komirê biçin karê xwe. Li bajar destûrên hemû personelên leşkerî hat betalkirin.    Li Şirnexê gelek rêyên ku diçin Çiyayê Cûdî ji aliyê leşkeran ve bi maşîneyan hatin girtin. Yekîneyên leşkerî di saetên serê sibehê de destûr nedan ku karkerên kana komirê jî biçin ser karê xwe. Leşkeran ji karkeran re ragihand ku bi hinceta operasyonê heta 3 rojan dê destûr nedin ku biçin karê xwe.    Her wiha li bajar destûrên personelên leşkerî hatin betalkirin û kesên li bi destûr jî hatin vexwendin.