Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin 2017-12-01 11:30:22 QAMIŞLO – Şandeyên ku ji bo şopandina hilbijartinan hatine Bakurê Sûriyeyê, dest bi karê xwe kirin. Şande li navendên dengdayînê yên bajarê Qamişlo digerin û hilbijartinan dişopînin. Serê sibehê saet di 08:00‘an de, li herêmên Bakûrî Sûriyeyê hilbijartinên rêveberên herêmî yên herêmên Efrîn, Firat û Cizîrê dest pê kir. Welatiyan çûn ser sendoqan û mafê xwe yên dengayînê bi kar anîn. Dengdayîna welatiyan didome.  Şandeya ji Parlamenterê HDP'ê Nadir Yildirim, siyasetmedarê kurd Abid Îke, Muzeyyen Guneş û Kamîran Seîd yên ji Başûr û Bakur hatin Qamişlo, hilbijartinê li ser sindoqan dişopînin. Ji bo şopandina hilbijartinên meclîsên rêveberiya herîmî yên Bakurê Sûriyeyê, şandeyên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê derbasî Bakurê Sûriyeyê bûn. Dengdayîna li ser sindoqan berdewam dike.