Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin 2017-12-01 11:27:20 STENBOL - Doza "Ewlehiya cemaweriyê" ya der barê wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu de hatibû vekirin, dê bi girtî bê dîtin. Di çarçoveya doza "TIR'ên MÎT'ê" de doz li Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hatibû vekirin, rûniştina îstînafê dê li 2'yemîn Dayreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê dest pê kir. Li bendê ye ku Berberoglu jî bînin rûniştinê. Di rûniştinê de wekîlên CHP'ê Mustafa Balbay, Gursel Tekîn, Mahmut Tanal û Sezgîn Tanrikulu jî di nav de, gelek kes amade bûn.    Rûniştina ku bi hinceta "Ewlehiya cemaweriyê" dê girtî bê dîtin, salona rûniştinê vala kirin. Di salonê de ji derveyê heyetê û parêzeran kes nema.