Berpirsê malpera înternetê yê BîrGun Hakan Demir binçav kirin 2019-10-10 09:59:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan rojnameger û berpirsiyarê malpera înternetê ya Rojnameya BirGunê Hakan Demîr di saetên serê sibê de bi ser mala wî de girtin û binçav kirin.    Polîsan serê sibê bi ser mala rojnameger û berpirsiyarê malpera înternetê  ya Rojnameya BîrGun Hakan Demir de girt û ew li malê binçav kirin. Wezîrê Karên Hundir piştî operasyona  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê 78 kesan de bi hinceta nûçe li ser medya civakî parve kirine lepirsin da destpêkirin.