TSK'ê Qamişlo bombe kir: Ji malekê 5 kes birîndar bûn 2019-10-09 22:47:55   QAMIŞLO - TSK'ê Navenda Bajarê Qamişlo bombe kir. Bombe li malekê ket û 5 endamên malbatê birîndar bûn.    Li gorî agahiyên Nûçegîhana Rûdawê ya Qamişlo parve kir, TSK'ê ji Navçeya Nisêbînê, Navenda bajarê Qamişlo topbaran kir. Di topbaranê de bomle li malekê ket û ji heman malê 5 kes birîndar bûn. Nûçegîhana Qamişloyê Vîviyan Fettah agahî parve kirin û got: "TSK'ê heta niha 12 caran navenda bajêr topbaran kir. Di topbakrana taxên Hîlaliye li rojavayê Qamişlo û Amûdê de gelek kes birîndar bûn. Herî dawî Artêşa Tirk top avê mala xirîstiyan a Taxa Bişêriyê ya Qamişlo. Dema top li malê ket, firaşyarê li dikanê jiyana xwe ji dest dan û li malê jî xwediyê malê, hevjîna wî û zarokên wî bi giştî 5 kes birîndar bûn.