Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat 2017-12-01 10:40:53 RIHA - Muxtar Huseyîn Yalçin ê wêneyên zarokên dibistina taxê yên li ser betonê xwarin dixwarin di medyaya civakî parve kir, rastî lêbirsînê hat.  Muxtarê Taxa Goktepe yê girêdayî navçeya Halîliyê ya Rihayê Huseyîn Yalçin, ji ber ku xwaringeha dibistana navîn û seretayî yên Gobeklîtepe ku pêkanîna pergala perwerdê ya guhastinê lê pêk tê û nêzî 24 pol, hezar û 600 xwendekarên wê hene tuneyî, serî li saziyên fermî da. Lê di van serledanan de tu encam bidest nexist. Yalçin li ser vê yekê wêneyên xwendekarên ku li ser betona korîdoran xwarin dixwarin, li ser hesabê medyaya civakî parve kir der barê wî de lêpirsîn hat vekirin.  Piştî belavkirina wêne, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Rihayê, diyar kiribû ku ev wêne rastiyê venabêje, di sala 2014’an de ji bo rojekê gava dibistan dihat restorekirin, ji aliye muxtarê gund ve hatine kêşandin. Midûrê Perwerdê di daxuyaniya xwe de tunebûna xwaringehê qebûl kiribû û gotibû ku tenê di polekê de xwarin tê xwarin. Herî dawî Midûrê Perwerdê diyar kir ku derbarê mijarê de Rayedarên Dibistanê der barê muxtar de lêpirsîna hiqûqî dane destpêkirin.