20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin 2017-12-01 09:35:18 AMED - 20 jinan li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê li ber avahiya TRT’ê xwestibûntev li weşana zindî bibin. Ji ber vê çalakiyê der barê 20 jin û 3 rojnamgerên ku nûçe dişopandibûn de doz hatibû vekirin. Dadgehê bi giştî 31 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wan birî.  Di sala 2014’an de ji bo balê bikêşin ser êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobaniyê û ji bo korîdoreke însanî bê vekirin, 20 jinên endamên DOKH’ê hatin ber avahiya Gerînendetiya Herêmê ya TRT’ê ya li Amedê û xwestin tev li weşana zindî bibin. Der barê van jinan û nûçegihanê DÎHA’yê (ku bi KHK’ê hat girtin) Gokhan Altay, nûçegihanên JINHA’yê Melek Yuksek û Kader Gozuoglû ku çalaki dişopandin de doz hatibû vekirin. Biryara dozê hat hat daxuyandin.    Doz bi tawanbariyên “Muxalefeta li hemberî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “Bi awayekî cebîrî binpêkêrina destnedayîna kargehê” ji salekê heta 6 salan û ji 3 salan heta 6 salan hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 3’yemîn ku li dozê dinere biryara xwe daxuyand.  Dadgehê herkê sal û 3 mehek ceza da bersûc Selma Atabey, Gulay Tekin Kuzu, Gulluzar Guneş, Figen Aras Kaplan, Celile Babaoglu, Eylem Ceylan, Emine Gul, Muyesser Gulcemal, Hanim Topdemir, Nesrin Orak, Gunay Yakut, Gulustan Erek, Nazime Yurek, Kiymet Gurbuz, Şadiye Kelekçier, Feleknaz Esmer, Sadriye Sular, Gulizar Diyar, Hanim Atli, Ayhan Dogrual, Tulay Deniz û rojnameger Kader Gozuoglu, Melek Yuksel, Gokhan Altay ku çalakî dişopandin.    DADGEHÊ CEZA LI KESA KU JIYANA XWE JI DEST DA JÎ BIRÎ!    Her wiha dadgehê ceza li endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Remziye ku paşnavê wê nehat zanîn, di sala 2015’an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da jî birî. Doza ku der barê Fatma Ateş a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de jiyana xwe ji dest da hat betalkirin. Parêzerên bersûcan dozê veguhastin Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê.