Li Rojava xetên telefonê hatin qûtkirin 2019-10-09 17:33:41 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî tevgera li dijî Rojava hat destpêkirin xetên telefonê û înternetê hatin qûtkirin.    Tirkiye li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) tevgera eskerî da destpêkirin. Piştî destpêkirina tevgerê ango êrîşa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî hat destpêkirin li seranserî bajarên Rojava xetên telefon û înternetê hatin qûtkirin. Welatiyên li ser xeta sînor nikarin bi telefonê bi hev re pêywendiyê deynin.    JI ANHA’YÊ DAXUYANΠ   Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya li Rojava weşanê dike jî ragihand ku ew ji ber êrîşên li ser xetên telefon û înternetê nikarin wêne û vîdeoyan bar bikin.