Erdogan: Operasyona li dijî Bakurê Sûriyê dest pê kir 2019-10-09 16:20:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomar Erdogan ragihand ku wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyon da destpêkirin.  Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku opersyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Erdogan di hesabê xwe yê Twîtterê de operasyonê ragihand û wiha got: “Hêzên me yên Çekdar ên Tirk, bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyê re li Bakurê Sûriyê li dijî rêxistinên terorê PKK/YPG û Deaş '#BarışPınarıHarekatı (Tevgera Kaniya Aştiyê)' dest pê kiriye. Armanca me ew e ku korîdora terorê ya li başûrê sînorên me tune bikin û aramiyê û aştiyê bînin herêmê.”