'Ji sedî 50 gelê Tirkiyeyê dibêje 'Daraz ne serbixwe ye' 2019-10-09 16:16:42   STENBOL – Ji bo Demokrasiyê Yekîtî, têkildarî pakêta daraze li Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya Karakoyê civîna çapemeniyê li dar xist. Dadgerê berê yê DMME'ê Riza Turmen, diyar kir ku di siya şer de mirov nikare qala hiqûqê bike. Turmen, da zanîn ku qebûlkirina pakêtê wê rê li pêş bincilkirina pirsgirêkên esasî yê darazê veke û wiha got: "Ji sedî 50 gelê Tirkiyeyê diyar dikin ku daraz ne serbixwe ye."    Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB) li Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya li Karakoyê ya Stenbolê ji bo pakêta darazê daxuyaniyê da çapemeniyê. Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Türmen, Serokê Malên Gel Nurî Gunay, Endamên Koordînasyona DÎB'ê Nesteren Davutoglu, Ayşegul Devecîoglu û Endamê Rêveberiya HDK'ê Salih Zeki Tombak  amade bûn. Di civînê de pankarta “Ji vê reforma darazê edalet dernakeve."  Li ser navê Yekîtiyê Riza Türmen, diyar kir ku ew vê civînê di bin siya şer de li dar dixin û wiha got: “Di sîya şer de mirov nikare qala hiqûqê bike. Dema mirov qala hiqûqê bike wê demê divê qala aştiyê jî bike. Hiqûq her demê pir girîng e. Ger ku dadgehek adîl tune be, mirov nikare qala serxwebûna darazê bike. Li Tirkiyeyê daraz ketiye yek destî. Daraz ketiye destê siyasetê. Ji sedî 50 gelê Tirkiye diyar dike ku daraz ne serbixwe ye. Ji bo serxwebûna darazê divê gav bên avêtin."    Hevserokê Giştî yê Malên Gel Nurî Gunay jî anî ziman ku nikarin li Tirkiye qala aştî û demokrasiyê bikin û wiha got: "Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Krîza aborî her diçe kûr dibe. Piraniya gel di sînorê birçîbûnê de dijî. Sedema vê yekê ji ber parvkirina bê edalet e."