Rêxistinên HDP: Di salvegera komployê de şer li ser kurdan ferz dikin 2019-10-09 15:36:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên bajaran û navçeyan ên HDP’ê bi daxuyaniyek hevpar komploya nadewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji derxistina Sûriyê dest pê kir şermezar kirin.    Hêzên emperyal ku niha dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komployek navdewletî dan destpêkirin û Ocalan ji axa Sûriyê derxistin. Di salvegera 21’emîn a komploya li dijî Ocalan wek her sal îsal jî bi daxuyanî û çalakiyên cuda hat şermezarkirin. Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniya şermezarkirina komployê wek giştînameyek ji rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re şand.    Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan bi civînên çapemeniyê vê daxuyaniyê parve kirin û kompoloya li dijî Ocalan şermezar kirin. Di daxuyaniyên li gelek navendan hatin dayîn de hat diyarkirin ku di komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dubare şerek tê plankirin û ev ne tesadufî ye û wiha hat gotin: “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de tespîta ‘dixwazin şerek di navbera kurd û tirkan de derxin’ kiribû. Birêz Ocalan gotibû heke şert werin başkirin dê di hefteyekê de pevçûnan ji holê rake. Lê di qonaxa em gihîştinê de siyaseta şer û dagirkirinê dispêrin gelê kurd. Em bi îktîdarek ku dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bikin re rû bi rû ne.”