Li Wanê li dijî gefên operasyonê berteka hevpar 2019-10-09 15:29:40   WAN - Paltforma Demokrasiyê ya Wanê ku 45 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têde cih digirin, li hemberî gefên operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo aştiyê banga deng derxistinê kir.   Paltforma Demokrasiyê ya Wanê ku 45 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têde cih digirin, têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi civîneke çapameniyê daxuyanî da. Di civîna ku li Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê hat dayîn de li ser navê platformê Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Ozgur Denîz Deger axivî. Deger diyar kir ku polîtîkaya AKP'ê ya Sûriyeyê berdewama polîtîkayên wê yên şaş e û wiha got: "Şer; êş, hilweşandin û rondik e. Israra mudaxaleya Rojava ya desthilatê ku demeke dirêj e tîne ziman, îro bi goşt û hestî bûye. Berovajiyê ku tê gotin qadên jiyanê yên gelên li Rojava ku bi armanca parastina xwe ava kirine, tu carî ji bo Tirkiyeyê nebûye gef. Vê nêrîna ku gef li aştiya herêmê dixwe, dê destkeftî ji gelên Tirkiyeyê re neyne û derbe li pêkve jiyana li Tirkiyeyê bide."    DAXWAZA TERIKANDINA POLÎTÎKAYA ŞER   Di berdewamê de jî Deger da zanîn ku operason krîza aboriyê û bêkariya li welat jî di nav de gelek pirsgirêkan kûrtir bike û ev tişt anî ziman: "Hewldana guhertina demografiyê ya herêmê jî li dijî gelek peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirên wan e. Hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê ji bo hemû gelan rêya afirandina jiyaneke demokratîk û aştiyane di terikandina polîtîkayên şer û tercîhkirina rêbazên muzakereyê ye. Hemû kesên ku li dijî cihêkarî, reşandina tovê kînê dertên û daxwaza jiyaneke wekhev a di nav aştiyê dikin divê li dijî vî şerî derkevin û dengê xwe li dijî vê yekê derxin."