Gelê Kaniya Xezalan: Me tu zerar ji QSD’ê nedît 2019-10-09 15:10:22 RIHA - Karkerên ku li Navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) pembû kom dikin, diyar kirin ku heta niha tu zerar ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê ya li Girê Spî parastinê dikin, nedîtine. Hat zanîn ku li komên oldar ên ji bo operasyonê ew anîne herêmê li ser sînor hatine bicih kirin. Welatiyan dan zanîn ku Fermandarê OSO li ser sînor keşif kirine. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê bi mehan e gefan dixwe ku têkeve axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û şer bike. Herî dawî piştî destûr ji Serokê DYA Trump girt û NY'ê çavê xwe li wê girt, di şeva 8'ê Cotmehê de bi erêkirina MHP, AKP û CHP'ê biryara tezkereyê stend. TSK niha bi tevlêbûna hêzên OSO û tîmên taybet hêza xwe li ser sînorê navbera Kaniya Xezalan (Akçakale) ya li hemberî Gire Spî (Til Ebyad) û Serêkaniyê bi cih dike. TSK'ê şevê din gelek tîmên taybet û OSO bi otobusan sewqî ser sînor kirin. Sewqîyata obus, maşîneyên zirxî, maşîneyên ku Doçka li ser wan hatine girêdan, sewqî herêma navçeya Kaniya Xezalan dikin.    Şevê din esker û tîmên taybet ên sewqî Kaniya Xezalan kirin li taxên Tatlicak û Ekinyazi bi cih kirin. Dema di sala 2011'an de li Sûriyeyê şer dest pê kir, nifûsa Kaniya Xezalan 87 hezar û 793 kes bûn. Di sala 2018'an de nifûsa wê 113 hezar û 194 kes bûn. Karkerên ku li Navçeya Kaniya Xezalan di nava zeviyan de pembû kom dikin diyar kirin ku heta niha tu zerara QSD'ê negîhiştiye wan. Welatiyan diyar kirin ku piştî koçberiyê dest pê kir û welatiyên Sûriye hatin ser xetê, li Riha û navçeyên Riha betalî zêde bû. Karkerên zeviyan anîn ziman ku tu zerara Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) nagihştiye wan. Karkeran da zanîn ku heta niha rastî tu astengî û rewşek neyînî nehatine.    BI ŞEVÊ SEWQ KIRIN   Welatiyan anîn ziman ku li ser hin nokteyên sînor gelek tang û top bi cih kirin. Welatiyan da zanîn ku şevê din piştî sewqîyatê liv û tevger li navçeyê zêde bûye. Welatiyan da zanîn ku Fermandarên OSO yên ji bo operasyonê anîn herêmê, li ser sînor keşîf kiriye. Hat zanîn ku wê sewqîyatek mezintir bê kirin û tê payin ku di saetên şevê de operasyonê li dar bixin.