Karkerên medenê ji Soylû pirsî 2019-10-09 14:38:54   ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay hincetên astengkirina meşa karkerên medenê yên Somayê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsî.   Karkerên medenê ku 5 sal beriya niha li navçeya Somayê ya Manîsanê bêyî ku tazmînata wan bê dayîn ji kar hatin derxistin, xwestin ji Somayê heta Enqereyê bimeşin. Lê Walîtiya Manîsayê meşa karkeran asteng kir û destûr nedin ku bimeşin Enqereyê. Ji ber biryara walîtîyê karker 3 roj in li Kirkagaçê tên rawestandin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay qedexekirina meşa karkeran bir rojeva Meclisê û bi daxwaza bersivandina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.   Kemalbay di pêşnûmepirsa xwe de ji Soylû xwesku bersiva van pirsan bide:   * Bikaranîna mafê Destûra Bingehîn û bi rê û rêbazên qanûnî daxwaza mafên xwe ya karkeran ewlehiya kî/ê dike talûkeyê? Gelo wezareta we û walîtî berjiwendiyên karsazê kû bûbû sedema mirina bi sedena karkeran û mafê karkerên ku sax mane xesp kiriye diparêze?   * Meş, lêgerîna mafên xwe, hesab pirsîna cînayetên kar a karkeran ji aliyê we ve weke sûc tê dîtin?   * Wezareta we, li dijî waliyên ku li hemberî welatiyên ku maf û azadiya xwe bi kar tînin, Destûra Bingehîn binpê dikin, qanûnan paşguh dikin û serî li tundiya sîstemaîtik didin, dê ji bo bergiriya serweriya hiqûqê helwest nîşan bide?   * Wezareta we, li dijî Qaymeqamî, Fermandariya Lîwa û Walîtiyê ku biryara 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Manîsayê ya rakirina qedexeya derbarê meşa karkeran de nasnekirin dê lêpirsîn bide destpêkirin?   * Hinceta destûr nedana nehiqûqî ya meşê çî ye?