Hezên Ked û Demokrasiyê: Em ên şer erê dikin ji bîr nakin 2019-10-09 14:17:42 EDENE - Hêza Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li dijî plana Tirkiyeyê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonê li dar bixe, bertekên xwe anîn ziman. Hêza Ked û Demokrasiyê xwest her kes li dijî şer helwesta xwe nîşan bide û got: "Divê her kes li dijî şer aştiyê biparêzin û di nava înîsiyatifê de cih bigirin."     Hêza Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li dijî plana Tirkiyeyê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonê li dar bixe, li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku tezkereya şer li gel îtiraza HDP'ê dîsa hat erêkirin û wiha got: "Duh li gel îtîraza HDP'ê teskere di meclîsê re derbas kirin. Hikûmet bi vê yekê dixwaze krîza aborî û civakî bincil bike. Tu pirsgirêka Tirkiye ya bekayê tune ye. Pirsgirêka Tirkiyeyê ya aştiya civakî, demokrasî, edalet û aboriyê heye. Şer dikuje. Şer seqet dihêle. Şer koçber dike. Şer bêtir bandorê li ser jin û zarokan digire. Şer duh û bedena mirovan seqet dihêle. Şer  hilweşîna ekolojî û aboriyê ye. Piraniya civaka Tirkiyeyê li dijî şer e. Li dijî operasyonan e. Şer wê felaketê bi xwe re bîne. Em carek din bibîr dixin. Sorkirina şer li dijî xala TCK ya 306'an sûc e."   'YÊN JI TEZKEREYÊ RE GOTIN ERÊ EM QET WAN JI BÎR NAKIN'   Ongor, bal kişand ser kesên biryara tezkereyê dan û wiha axivî: "Li dijî şer parastina aştiyê erk û peywira hêzên ked û demokrasiyê ye. Kesên ku ji şer û tezkereyê re gotin erê em wan qet ji bîr nakin. Rêya jiyana wekhev, adîl û aştiyane muzakere û diyalog e. Em bang li hemû kesên xwedî wîcdan, hêzen ked û demokrasiyê, rewşenbir û hemû kesên aştiyê diparêzin dikin ku li dijî vî şerî bibin xwedî înîsiyatif û li dijî şer têkevin nava tegerê."