'Fermandarên OSO'yê' ku dê tevlî operasyonê bibin li ser sînor gerandin 2019-10-09 13:26:34   RIHA - "Fermandarên" komên OSO'yê ku dê di operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bên bikaranîn, li ser sînor lêkolînan kirin.    Amedekariyên operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de komên ku navê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" li wan hatiye kirin ku ji Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ya di bin kontrola Hêzên Leşkerî ya Tirk (TSK) de pêk tên, duh di saetên şevê de derbasî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya li hemberî Girê Spî kirin. Îro jî 'fermandarên' van koman ji bo lêkolînkirinê birin noqteyên dawîn ên ser sînor. Rojnamegerên ku van kêliyan kişandin ji aliyê leşkeran ve hatin dûrxistin.    Piştî hevdîtinên saetekî kom careke din vegeriyan Navenda Stargeha Demkî ya Serê Kaniyê.