Gelê Colemêrgê: Şar wê kîn û nifrîna nava gelan kûr bike 2019-10-09 13:16:44 COLEMÊRG - Gelê Colemêrgê, bertek nîşanî plana operasyona li diî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dan û diyar kirin ku ev operasyona pêk bê wê gelan bîne hemberî hev û kîn û nifrîna di nava gelan de zêde bike.    Gelê Colemêrgê li dijî hewldan û amadekariya operasyona ku Tirkiye dixwaze li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne bertek û nerazibînên xwe anîn ziman. Welatiyan destnîşan kirin ku geşê pêş bikeve wê kîn û nifrîna di nava gelan de kûr bike. Welatî Zubeyde Bor, destnîşan kir ku Tirkiye di aliyê aboriyê de ketiye krîzê û wiha got: "Ev operasyon wê bêtir krîza aborî kûr bike. Em ji xwe niha birçî dijîn. Ger ku operasyonek din pêk bê emê bêtir xizan bibin û nikaribin xwarinê bibin malê. Divê Kurd û Tirk nekevin vî şerî. Tu pêdivîya me ji şer tune ye. Çima vî şerî dixwazin? Em gel dixwazin di nava  xwişk û biratiyê de bijîn. Divê nekevin Sûriyeyê û em şer naxwazin."    'EM ŞER NAXAZIN'    Welatî Salih Pala jî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê da û wiha axivî: "Li şûna ku hikûmet şert û mercên jiyanê yên mirovan baş bike, dijberî vê yekê xwe ji bo operasyona Sûriyeyê amade dike. Niha xwarina em bixwin em bi dest naxin. Li hin malan xwarin tune bixwin. Betalî zêde ye. Ev şer wê bêtir xwazî û birçîbûnê zêde bike. Ger ku şer pêk bê wê di nava gelan de şikandinek mezin çê bibe. Em şer naxwazin. Kuştin û mirin tu carî nabe çareserî."    'ABORÎ WÊ TÊK BIÇE'    Esnaf Nacî Şahînoglu jî anî ziman ku daxuyaniya Trump wê aboriyê bêtir xera bike û wiha got: "Krîza aborî ya heyî wê bêtir kûr bibe. Her tişt wê bêtir buha bibe. Em tu carî nabin aliyê şer û operasyonê. Em û gelê Iraq û Sûriye xizm û merivê hev in. Ev wê zerarê bide me tevan."    Welatî Fahri Kanat jî anî ziman ku ger Tirkiye têkeve Sûriyeyê wê krîza aborî bêtir kûr bibe û wiha got: "Niha bi hezaran xwendekarên zanîngehê betal in. Aborî pir xerab e. Em şer naxwazin."