Beriya operasyonê li Rihayê gelek kesî binçav kirin 2019-10-09 12:54:57 RIHA - Polisan, beriya operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku amadekariyên wê tên kirin, li Rihayê bi ser malan de girtin û siyasetmedar, sendîkavan û xwendekar jî di nav de gelek kesî binçav kirin.    Beriya operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku amadekariyên wê tên kirin, li Rihayê gelek kes hatin binçavkirin. Polisan li navend û navçeyên Rihayê bi ser gelek malan de girt siyasetmedarên HDP'î, endamên meclisên şaredariyan, xebatkarên şaredariyên, sendîkavan û xwendekar jî di nav de bi giştî 31 kesî binçav kirin. Nayê zanîn ku operasyona binçavkirinê ji ber çê hincetê pêk hatiye. Polisan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Rihayê û tê gotin ku dibe hejmara kesên binçavkirî zêdetir bibe.    Di serdegirtina navendê de Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Leyla Mûmîn, Rêveberê SES'ê Hîkmet Evîn, endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Bajar Ferît Tamga û Songul Arpa, Serhat ogur, Necmettîn Orak, Talîp Bozkaya, Zubeyde Dûvar, Tûgba Başkale, Muzaffer Çakmak, Onder Bozdal, Ozgurcan Altingul, Sevgî Bultur, Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Bişar Tuysuz û Xwendekarê Zanîngeha Haranê Onûr Atli hatin binçavkirin.    Navên kesên li navçeyan hatine binçavkirin jî wiha ye;   Bêrecûk: Endamê Meclisa Şaredariyê Halîl Sarikaya û nexweşê pençeşêrê Mahmût Korkmazer.   Xalfetî: Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Abdûrahman Çiftçî û Endamê Meclisa Şaredariyê Naîme Bayram.   Pirsûs: Endamê HDP'ê Ahmet Yenîlmez, xebatkarên şaredariyê Mehmet Tûgalan, Mûstafa Gunduzalp, V.A. û M.G.   Wêranşar: Endamê Meclisa Şaredariyê Kemal Kûdîn, Bûrhan Gören û Fatma Sîlgîr   Serê Kaniyê: Fatma Aslan û Şeymûs Dagtekîn.   Siwêreg: Mehmet Kultur