Dadgeha Bilind cezayê Rojnameger Turfent erê kir 2019-10-09 12:37:16 WAN - 16'emîn Daîreya Dadgeha Bilind, 8 sal û 9 meh cezayê ku dadgeha herêmî li Rojnameger Nedim Tarfent ê zêdeyî 3 salin girtî ye biribû, erê kir.      Di 5'emîn danişîna doza Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat ditin de, Heyeta dadgehê, der barê Turfent de bi sucdariya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezaye girtîgehê birî bû. Heyeta dadgehê piştî ceza li Turfent birî biryara berdewama girtina Turfent dabû. 16'emîn Daîreya Dadgeha Bilind, 8 sal û 9 meh cezayê ku dadgeha herêmî li Rojnameger Nedim Tarfent biribû, erê kir.       Li ser Turfend 24 şahidên nepen îfade dabû. Ji 24 şahidan 19 şahidan îfade paşve kişandibû û diyar kiribûn ku di bin îşkenceyê de îfade dane. Şahidekî nepen û 3 şahidên ku niha ne diyar in li ku ne jî îfadeya xwe paşve nekişandibûn.   DER BARÊ DOZÊ DE    Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent, di qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016'an de li Colemêrgê hatin îlankirin de ji ber nûçeyên xwe yên der barê binpêkirina mafên mirovan de li ser hesabên civaka medyayî yên polîs û leşkeran ve bi înfazê gef lê dihatin xwarin û di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat girtin û li hucreyeke yekkesî hat rawestandin. Der barê Turfent de piştî 13 mehan girtî ma bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê derbarê Turfent de îdianame hat amadekirin. Turfent yekem car piştî 13 mehan di hezîranê de derket pêşberî dadgehê. 5'emîn rûniştina doza Turfent piştî 19 mehan îro hat dîtin. Di îdianameyê de, hevdîtin û hevpeyvînên Turfent ên bi endamê YPS'ê re wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. Dozger di îdianmeyê de îfadeyên 24 "şahidên" ku li ser Turfent îfade dane wekî delîl nişan dabû. Di rûniştina yekem de 13 kesên li ser Turfent îfade dabûn îfadeya xwe paşve kişandibûn û diyar kiribûn ku we Turfent nas nakin. Di danişîna îro de bi giştî 19 şahidan diyar kirin ku Nedîm Nas nakin. 3 şahidên der barê îfade dan de jî li holê tune ne.