'Butçeya ji bo şer divê ji bo pêşketina welat were xerckirin’ 2019-10-09 10:48:20 AMED – Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bertek nîşanî operasyona muhtemel a li dijî Rojava da û got butçeya di polîtîkayên şer de tê bikaranîn divê ji bo pêşketina welat bê xerckirin.  Nûnerê Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) yê Herêma Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz nerazîbûn nîşanî operasyonek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê texmînkirin ku pêk were da.    Gurbuz anî ziman ku bi operasyonê re dê butçe ji bo şer were veqetandin û got: “Butçeya ji şer tê veqetandin divê ji bo gelê kedkar, karker, jinan, perwerde û pêşketina welat bê xerckirin.”   'EM Ê JI BO AŞTIYÊ TÊBKOŞIN’    Gurbuz diyar kir ku gel ne li hundirê welat û ne jî li Rojava tu operasyonan qebûl nake û wiha got: “Em carek din bêjin ku şer zirarê dide civak û butçeya wê. Em carek din ji Amedê dengê xwe bilind dikin û dibêjin; em polîtîkayên şer destek nakin. Em yekîtiya gelan a di nava jiyanek azad, atşî, demorkasî û aramiyê de dixwazin. Ji bo ev pêk were jî çi ji destê me were em ê têbikoşin.”    'ŞER WÊ RÊ LI BER ENCAMÊN XERAB VEKE’    Gurbuz twîtên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên bi hev re ketine nakokiyê jî nirxand û wiha got: “Kesên xwe wek lîderê dinyayê dibînin di 45 deqîqeyan de helwesta xwe diguherînin. Ji aliyekî ve li dijî derdikeve û ji aliyekî ve jî şer erê dike. Muhtemela destwerdana T irkiyeyê û daxuyaniyên DYA’yê yên li ser dide nîşandan ku wê ev şer rê li ber encamek veke. Ji îro ve diyare ku wê aboriya welat têk biçe û tengezariyên mezin bi xwe re bîne.”