Dadgeh: TMK, sînoran datîne ber azadiya fikr û ramanê 2019-10-09 09:11:02 AMED - Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê, ji bo xala 7/2 a TMK'ê ku tê de "propagandaya rêxistina terorî" tê heye, got: "Li gor pênaseyeke ku paramatreyên azadiya ramanê sînordar dike" hatiye sererastkirin.  Di 17'ê Mijdar û 12'ê Kanûnê de li avahiya HDP'ê ya Amedê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ji bo vê derbarê 62 kesan de doz hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê derbarê 62 kesan de beraat da. Dadgehê, di biryara xwe de Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê (TMK) rexne kir û got: "(...) ev qanûn li gorî paramtereyên ku azadiya ramanê sînordar dike hatiye pênasekirin."    Di dozê de dozgeriyê xwestibû bersûc bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin. Lê belê dadgehê di biryara xwe de rave kir ku ji ber unsûrên qanûnî yên sûc naxuyên beraat daye û her wiha îşaret bi xala 26'an a Qanûna Bingehîn û xala 10'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) kir û got, "di çarçoveya têkoşîna li hemberî terorê de, herî zêde azadiya fikr û ramanê tê sînrodarkirin û mudaxile lê tê kirin."    MA / Aydin Atay