Kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû xera bûye 2019-10-09 09:10:07 MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, hat ragihandin ku kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ku tedawiya di weziyeta kelemçekirî de qebûl nekir, xera bûye.  Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê rewşa girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû her diçe xirab dibe. Odûncû, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û ragihand ku kezeba wî xera bûye. Her wiha Odûncû, ragihand ku gava ji bo tedawiyê wî birine nexweşxaneyê, tedawiya di weziyeta kelemçekirî de lê hatiye ferzkirin, lê belê ji ber vê pêkanînê tedawî red kiriye.   Odûncû, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 162 roja di greva birçîbûnê de mabû û ji ber vê 120 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Dayik Selma Odûncû ku bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî, diyar kir ku moralê kurê wê baş bûye, lê belê tenduristiya wî qet nebaş e. Dayik Odûncû, got: "Got, gava wî birine nexweşxaneyê tahde lê kirine." Dayik Pdûncû, da zanîn ku bijîşkan gotiye wê nexweşîna wî heta mirinê bidome û got: "Bijîşkan gotiye, gerek xwarina bêxwê bixwe. Wî jî got, gava kîlo digire bedena wî neikare hilgire."    BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE YE    Dayik Odûncû, destnîşan kir ku divê kurê wê rojek berî rojekê bê tedawîkirin û got: "Nexweş e, lê belê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Ji ber bi tena serê xwe ye û nayê tedawîkirin her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Dixwazim wekîlên me çareyekê bibînin. Em dixwazin her kes dengê me bibihîse."