23 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zaroka astengdar birî 2019-10-08 16:27:11   WAN – Li Wanê, dadgehê 23 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zaroka astengdar birî.    Danişîna biryarê ya doza darizandina bersûc O.B. yê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê îstîsmarê zaroka astengdar a 14 salî kiribû li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.    Bersûc O.B., parêzer, malbata zaroka rastî îstîsmarê hat û komeleyên jinan tevlî danişînê bûn. Dadgehê di dawiya darizandinê de, biryara xwe aşkere kir û li bersûc O.B. bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî” 20 sal û bi sûcdariya “kes ji azadiya wê girtin” 3 sal cezayê girtîgehê birî.       BAV: FIKARÊN MIN HENE!   Bavê zaroka rastî îstîsmarê hat, derbarê biryara dadgehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Ez li bendê bûm ku zetir ceza bidin bersûc. Cezayê dan bersûc hindike. Bersûcê ku kal bûye, wê heya demekê bêje ‘ez kal bûm, nikarim vê cezayî razim û rapor bidin min.’ Ez bi fikarim ji girtîgehê derkeve. Divê dadgeh di vî warî peywira xwe bi cih bîne.”