Eşîrên Hesekê li dijî plana operasyonê ya Tirkiyê seferberî ragihandin 2019-10-08 15:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rûspî û nûnerên eşîrên kantona Hesekê, li dijî plana operasyonê ya Tirkiyeyê seferberî ragihand.    Rûspî û nûnerên eşîrên Kurd, Ereb, Sûryanî-Aşûr û Êzidiyên kantona Hesekê li navenda têkiliyên giştî ya QSD`ê li bajarê Hesekê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên eşîran diyar kirin ku ew ê gef û hewldana operasyona Tirkiyê yên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nekin. Daxuyanî bi beşdarbûna dehan rûspiyên eşîran pêk hat. Serokê Meclisa Eşîra El-Cebûr Fewaz El-Zobi daxuyanî xwend û wiha got: "Em wek rûspiyên eşîrên li bajarê Hesekê ji Ereb, Kurd, Sûryan, Aşûr û Êzidiyan li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina xaka me Sûriyê li Bakur û Rojhilatê welêt a bihinceta avakirina herêma ewle, disekinin. Em teqez dikin ku êrîşên Erdogan ên sûc û berfireh ji dema derbasbûna çeteyên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li herêmên me re û dagirkirina parçeyên mezin ji xaka Sûriyê, dest pê kirin. Em wek rûspî û nûnerên eşîrên bajarê Hesekê bang li hemû saziyên civaka navneteweyî û hêzên desteka aştiyê dikin ku van gefên ji xaka me re bidin rawestandin, her wiha em teqez dikin ku em ê li kêleka QSD`ê bisekinin û parastina xaka xwe bikin, her wiha em seferberiyê radigihînin û em ê hemû derfetan pêşkêş bikin da ku van gefên ji xaka me re têk birin."