Ahmet Turk hişyar kir: Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibin 2019-10-08 14:56:49 MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezinê ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, di roja 51'emîn a Nobeta Demokrasiyê de axivî û ji bo plana operasyonê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Em bi feraseta kesên ku dixwazin Tirkiyeyê ber bi çirava Rojhilata Navîn ve bibin re rû bi rû ne." Wezareta Karê Hindûrîn di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînê sê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. HDP'ê piştî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê dest bi Nobeta Demokrasiyê kir. Nobeta li Mêrdînê di roja 51'emîn de berdewam kir. Nobet li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, parlementera HDP'ê ya Merdînê Pero Dundar û gelek weleatî beşdarî nobeta îro bûn. Di nobetê de pankarta "Vîna gel nayê xesp kirin" hat vekirin û Ahmet Turk di çalakiyê de axivî.     'JI BO AŞTIYÊ LI BER XWE BIDIN'   Turk  bal kişand ser xespkirina vîna gel û wiha got: "51 roj in li hemberî xespkirina vînê gel li ber xwe dide. Di 19'ê tabaxê darbeyeke siyasî pêk hat û vîna gel hat xespkirin. Lê gel û hêzên demokrasiyê li dijî vî yekî berxwedana xwe didomînin. Îro li Tirkiyeyê kaoseke mezin heye, siyaseteke demokratîk ji holê rabûye û îktîdar bi şer dixwaze xwe li ser piyê xwe bisekine."    Turk, destnîşan kir ku li Tirkiye xwe amade dike ku êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û wiha dom kir: "Tirkiye bi polîtîkayên xelet aştî û demokrasiyê têk dibe. Em bi feraseta kesên ku dixwazin Tirkiyeyê ber bi çirava Rojhilata Navîn ve bibin re rû bi rû ne. Lê tiştek heye ku gel her tim li dijî şêr têkoşîna aştiyê meşandi ne. Me heta îro têkoşîna demokrasiyê daye meşandin. Çi destê me hatiye me kiri ye. Gelê ne ji bo şer dê ji bo aştiyê li ber xwe bide."   Piştî axaftina Turk, nobeta îro bi berz kirin dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê qezenc bikin" bi dawî bû.