Li Hezoyê 70 penaber hatin girtin 2019-10-08 14:15:20 ELIH - Li navçeya Hezoyê 70 penaberên ji Afganistan, Bangladeş û Pakistanê hatin girtin. Li gundê Agaçlik ê navçeya Hezoyê ya Êlihê, li ser lêgerîna leşkeran di qamyonekê de 41 jê ji Afganistanê, 16 jê ji Bangladeş û 13 jê jî Pakistanê bi giştî 70 penaber û organîzatorekî hatin girtin. Walîtiya Êlihê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku derbarê kesê organîzator de lêpirsîn hatiye destpêkirin û penaber jî radestî Miduriyeta Rêveberiya Koçberiyê ya Bajar hatine kirin.