Dayikên Aştiyê yên xwestin biçin Enqereyê hatin astengkirin 2019-10-08 13:48:22 EDENE – Dayikên Aştiyê yên xwestin biçin Enqereyê beşdarî civîna Koma HDP’ê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.  Dayikên Aştiyê yên Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Dîlok û Edeneyê bi otobusekê ji navçeya Ceyhana Edeneyê derketin rê ku biçin Enqereyê beşdarî civîna Koma HDP’ê ya Meclîsê bibin. Polîsan duh bi şev li Otobana Încîrlika Edeneyê dayikan rawestand. Polîsan îdia kir ku belgeyên otobusê kêm in, wesayîtê girê da û hem li ser dayikan û hem jî li hundirê otobusê lêgerîn pêk anî. Dayik 5 saet li nokteya polîsan hatin rawestandin û dayik neçar man ku bi wesayîtên xwe vegerin bajarên xwe.    ‘ARMANCA WAN ASTENGKIRINA ÇÛYÎNA ME BÛ’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ceyhanê Delal Mamûk da zanîn ku polîsan 5 saet bi awayek kêfî dayikan sekinand û got: “Polîsan heqaret li dayikan kirin. Polîsan îdia kir ku belgeyên otobusê kêm in. Mesele ne kêmasiya belgeyan bû. Armanca wan astengkirina me ya Enqereyê bû. Em carek din din dibêjin ku em vê rewşê qebûl nakin.”