Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-10-08 13:43:11   STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Raziye Turgut, bi boneya bi muvekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran û 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kiribûn.   Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û ev 14 carin bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinê nayin dayîn.