Barzanî têkildarî Rojava: Em pir bi fikarin 2019-10-08 13:32:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesûd Barzanî, derbarê amadekariyên operasyonê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyamek weşandin û got: "Têkildarî pêşketinên li Rojava em pir bi fikarin. Ji bo ku gel karesatek mezin nejî, em bi aliyên têkildar re dinava hevdîtinê de ne."  Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesûd Barzanî, derbarê amadekariyên operasyonek muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li ser hesabê xwe yê Twêtterê daxuyaniyek bi Îngîlîzî da. Barzanî fikarên xwe yên têkildarî pêşketinên li Rojava anîn ziman û got: "Derbarê pêşketinên li Rojava de pir fikarên me hene. Têkildarî mijarê em dinava hevdîtinan de ne. Ji bo ku gelê Rojava karesatek mezin nejî, çi ji destê me we re emê bikin."