Danişîna doza Parka Gezî dest pê kir 2019-10-08 12:17:37 STENBOL - 2’yemîn danişîna doza Parka Gezî ya karsa Osman Kavala jî tê de tê darizandin dest pê kir.    2’yemîn danişîna doza Parka Gezî ya 2013’an karsaz Osman Kavala jî di nav de 2 jê girtî, 6 jê firar û bi giştî ku 16 kes tên darizandin li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP), parazvanên mafên mirovan, şandeyên biyanî û gelek kes beşdarî danişînê bûn. Kesên ji bo şopandina danişînê hatin, di lêgerînê re derbas bûn.    Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir.   Dest pê kê hat xwestin îfadeya şahid Ercan Orhan Aydin bi SEGBÎS’ê bê girtin. Lê ji ber ku pergala deng a li salonê bi pirsgirêk bû, şandeya dadgehê biryar da ku li salonek din îfade bê girtin.    Danişîn bi parastinan dewam dike.