Pirsûsiyan: Ger operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema êrîşên DAIŞ’ê xerabtir bibe 2019-10-08 11:44:32   RÎHA - Gelê ku li navçeya Pirsûs a cîranê Kobanê ye dijî, gumanên xwe yên derbarê operasyonek muhtemel de anîn ziman û gotin: “Em di pêvajoyeke ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir re derbas bûn. Rojên pir xerab bûn. Ger niha operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema wê demê xerabtir bibe.”   Piştî ku Qesra Spî daxuyanî da û got, wê Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona leşkerî li dar bixe, leşker û maşineyên zirxî yên hêzên koalîsyonê û DYA’yê ji ser sînorê Serêkaniyê û Grê Spî vekişiyan. Amadekariyên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên têkilarî operasyonê leşkerî ya li ser xeta sînor a navçeyên Pirsûs, Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê yên Rihayê dewam dikin. Gelê Pirsûsê derbarê operasyonê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin, ew fikar û gumanên mezin dijîn.    ‘TERCÎHA YEKEMÎN DIVÊ NE ŞER BE’   Welatî Ahmet Kaplan, diyar kir ku wî tim li dijî şer, alîgiriya aştiyê kiriye û wiha axivî: “Şer tê wateya xwîn û kuştinê. Hêvî dikim ku di demek nêz de dest ji zimanê şer berdin. Em naxwazin operasyon bê lidarxistin. Em hemû misilmanin, di dînê Îslamiyetê de jî her tim aştî li pêşe. Beriya serdemekê em bi hevre dijiyan. Sînor kirin navbera me. Dikarin rûnin û bi axaftinê pirsgirêkan çareser bikin. Divê tercîha yekemîn ne şer be.”    ‘GELÊN ROJHILATA NAVÎN TIM DIECIQIN’    Dikandar Alî Saglam jî, da zanîn ku operasyona leşkerî ger îro dest pê neke, wê sibe dest pê bike û  wiha bilêv kir: “Rojhilata Navîn weke sêgoşeya decale. DYE’yê heya duh jî PYD’ê diparast, lê îro difiroşe. DYE wê li ser gotina xwe çiqasî raweste, em nizanîn. Ji Sûriyeyê derneket. Tenê paşve vekişiya. Leşkerên wê hîna jî li wê derê ne. Gelên Rojhilata Navîn tim dieciqin. Kurt, Erep û Tirk tên eciqadin. Petrola cîhanê li vê derê ye, lê hemû kes dinava hejariyê de dijîn. 5 mîlyon Sûriyeyê rezîl bûn. Niha jî dixwazin mudaxileyî axa wan bikin. Niha jî em bûn dijmin.”   ‘ABORÎ XERABTIR BÛ’   Mehmet Yilmaz ê li navenda Pirsûsê loqentevaniyê dike jî, bal kişand ser bandorên neyînê yên operasyona leşkerî û got: “Hêvî dikim ku çênebe. Em di pêvajoyeke ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir re derbas bûn. Rojên pir xerab bûn. Lê baş bû derbas bû. Ger niha operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema wê demê xerabtir bibe. Niha aborî pir xerabe. Ev operasyon wê aboriyê xerabtir bike.”