8 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-10-08 11:27:44 ŞIRNEX -  Endama Meclisa Şaredariyê ya HDP'î Gûrbet Guleş û 7 kesên pê re ku li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Her heşt kesên ku di 5'ê Cotmehê de li navçeya Qileban û navenda Şirnexê hatibûn binçavkirin, karê wan ê îfadeyan temam bû. Endama Meclisa Şaredariyê ya HDP'î Gûrbet Guleş jî di nav de her heşt kesên hatibûn binçavkirin piştî dayîna îfadeyên xwe yên li dozgeriyê hatin berdan.    Hat hînbûn ku sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li her heşt kesan hatiye kirin.